Hakan Çopur
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku danûsitandinên bi Îranê ra didomin û ev hevdîtin ji bo îmzekirina rêkeftineke baş "ji bo Îranê şansê dawîn e".
Trump li Ofîsa Oval piştî merasima îmzekirina biryarnameya serokatiyê pirsên rojnamegeran ên biwarê rojeva Îranê bersivandin.
Donald Trump bal kişand ku danûsitandinên bi Tehranê ra îro dîsa dest pê kirin û niha didomin û her wiha Îran di warê danûsitandinan da daxuyaniyên nakok dide.
Trump wiha got, "Niha bi li ser daxwaza Îranê, em danûsitandinan dimeşînin ku Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, Qeter û welatên din jî piştgiriyê didin. Ev ji bo wan şansê dawîn e ku rêkeftineke baş bikin."
Pişt ra Trump di bersivandina pirseke din da jî wiha got, "Berî ku serê Îranê jê kim, ez dixwazim şansekê dawîn bidim wê. Hêvîdar im dê aqlêselîm tevbigerin. Em binihêrin dê çi be."
- Pêngava ewil Tengava Hurmuzê, pêngava duyem jî bernameya nukleerî ya Îranê ye
Trump bal kişand ku madeya yekem a danûsitandinên bi Îranê ra bi temamî vebûna Tengava Hurmuzê ye û wiha got, "Pişt ra jî em ê li ser kapasîteya nukleerî ya Îranê rawestin."
Trump îdia kir ku Îran dê bi tu awayî ji keştiyên ji Tengava Hurmuzê derbas dibin pereya nestîne û wiha dewam kir, "Niha tengavê bi temamî em kontrol dikin, heger pereyek were sitandin, wê jî em ê bistînin."
Trump got ku ew dixwazin kapasîteya nukleerî ya Îran bi temamî ji holê were rakirin û di vê mijarê da ew ê vebijêrkeke din qebûl nekin.