Muhammet Kurşun
07 Îlon 2017•Rojanekirin: 07 Îlon 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Melikê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz bi telefonê axaftinek kirin û biryar dan ku Melik Selman piştî sersalê seredana Washingtonê bike.
Koşka Spî der barê axaftina Trump û Melik Selman daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku herdu lîderan rêgeçareseriyên xurtkirina ewlehî û aramiyê li Rojhilata Navîn û pêşdebirina ewlewiyetan nîqaş kir.
Herwiha hat ragihandin ku dê Melik Selman di mehên pêşî yên 2018an de Koşka Spî ziyaret bike û bi Trump re bicive.
Herdu lîder herî dawîn li Riyadê kom bûbûn di 40 qelemê de bi 380 milyar dolarî peymana çekan girêdabûn.