NEW YORK
Li nêzîkî bajarê New Yorka Amerîkayê trêneke rêwiyan li du wesayîtan qelibî. Di qezayê de 7 kes mirin û jê 10 giran bi giştî 12 kes birîndar bûn.
Trêna ku ji Manhattan Grand Centralê rê ket ku here bakurê New Yorkê li bajaroka Valhallayê qeza kir.
Li gor agahiyê Îdareya Ragihandinê ya Şaredariya Mezin a New Yorkê, di qezayê de şofêrê wesayîtê, 6 rêwiyên trênê bi giştî 7 kes mirin. 10 jê giran 12 kes jî birîndar bûn.
Piştî qezayê seferên trêna ji bo demekê hatin sekinandin.
Der barê qezayê de jêpirsîn dewam dike.