ADIYAMAN
Waliyê Adiyamanê Mahmut Demirtaş got ku "Em dê ji niha pê ve jî bihevrebûn û yekîtiya xwe berdewam bikin, tu kes dê nekare aramiya Adiyamanê xera bike."
Rîspiyê elewiyan Hasan Dogan li restoranekî xwarin da. Demirtaş di xwarinê de axivî û got ku di van demên dawîn de li şaxên çapemeniyê de der barê Adiyamana ku bajarê aramiyê ye de propagandaya reşkirinê tê kirin. Demirtaş destnîşan kir ku ev propaganda rastiya Adiyamanê nîşan nadin û wiha axivî:
"Ez ev bi qasî 3 salan e ku vir peywirê dikim. Heta îro em hewl didin ku bi elewî, sunî, kurd û tirkan re di nav piştevaniyê de bijîn. Înşeallah em dê jiyana xwe ya di nav vê piştevaniyê de jî berdewam bikin. Rêxistinên civakî yên sivîl tên vir û raporan amade dikin. Hin nivîsan dinivîsînin, yek ji van nivîs û axaftinan rastiya Adiyamanê nîşan nadin. Em dê bihevrebûn û piştevaniya xwe ji niha pê ve jî berdewam bikin. Heta ku em yekîtî û bihevrebûna xwe berdewam bikin dê tu kes nekare bikeve navbera me."
-"Her ku diçe em yekîtî û bihevrebûna xwe xurt dikin"
Şaredarê Adimayanê Husrev Kutlu jî bangî mirovên ku ji derveyî bajêr hatine kir û qal kir ku ew kesên ku piştirî nadin yekîtî û bihevrebûnê naxwazin.
Kutlu destnîşan kir ku ew kesên raporên ku zirarê didin yekîtî û bihevrebûnê divê ji Adiyamanê dûr bisekinin û wiha axivî: "Em li hember van bûyeran dibêjin ku rikê wan ve biratî, bi rêk bihevrebûn û dostanî. Her ku diçe em yekîtî û bihevrebûna xwe xurt dikin."
-"Adiyaman yek e"
Rîspiyê Elewiyan Hasan Dogan jî qal kir ku Adiyaman herêma terorê nîne û got ku naxwazin ku qala wan ne bi PKKyê ne jî bi DAEŞê re bê kirin.
Dogan destnîşan kir ku Adiyaman yekgirtî ye û got ku "Adiyaman bi elewî, sunî, kurd û tirkên xwe re yekgirtî ye. Vir tu nûnerên partiyên siyasî tunin. Ev yekîtî besî me ye. Wekî ku di gundên elewiyan de pirsgirêk heye nîşan didin. Tişteke wisa tune."
Pîrê elewiyan Alî Buyukşahîn da zanîn ku civînên wekî vê civînê piştgirî didin yekîtî û bihevrebûnê.
Buyukşahîn bal kişand ku li bajêr her alî piştgirî dide biratiyê û wiha axivî: "Adiyaman her dem wek bajareke mînak hatiye nîşandan. Dê ji niha pê ve jî bê nîşandan. Di van rojên dawîn de hin bûyer anîn ziman lê Adiyaman di bingeha xwe de bajarekî wisa ye ku ji yekîtî û bihevrebûnê hez dike. Bajarekî wisa ye ku bêyî ku ferq û mehliya ziman û dîn bike di nav xweşbîniyê de dijî. Ji bo ku ev xwîn raweste ez dixwazim ku dewlet û hemû welatî hewl bidin."