ÎSTANBUL
Serokwezîr Ahmet Davutoglu: "Em li dora xwe rejimên ku zilmê li gelê xwe dikin û dibin sedema koçkirina penaberan û rêxistinên ku dixwazin ji vê valahî û kêmasiyê îstifade bikin, naxwazin. Tu tişt bi qasî îstiqrarê girîng nîne. Him li Tirkiyeyê û him jî li dinyayê."
Davutoglu û Alîkarê Serokê DYAyê Joe Bîden beşdarî rûniştina girtinê ya Zîrweya Aborî û Vejenê ya Atlantîkê ya ku li Otêla The Grand Tarabyayê hat lidarxistin bûn.
Serokwezîr Davutoglu di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya îstiqrarê û got ku di heyama dawîn de qeyranên derdora Tirkiyeyê bandoreke neyînî li Tirkiyeyê kirin û wiha dewam kir: "Em li dora xwe rejimên ku zilmê li gelê xwe dikin û dibin sedema koçkirina penaberan û rêxistinên ku dixwazin ji vê valahî û kêmasiyê îstifade bikin, naxwazin. Tu tişt bi qasî îstiqrarê girîng nîne. Him li Tirkiyeyê û him jî li dinyayê. Ev rewş ji bo gelên herêmê talûkeyeke mezin e."
Davutoglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Dema em li dîroka derdora Tirkiyeyê dinihêrin, dewlemendiya erdnîgarî, bajar û dewletan girêdayî Rêya Hevrişimê bû. Wekî Rêya Hevrişimê em li pey rêya vejenê ne. Ji bo aştiya hemû gelên ku ji ser erdnîgariya me re derbas dibin divê li ser erdnîgariyeke ewle em bibin xwediyê rêya vejenê. Em vê ji bo ku li dijî welatên din ji bo daxwazên siyasî nakin. Xeta vejenê çiqasî ji ser welatê me re derbas bibe, em ê bibin pireya aştiyê ji bo rêya vejenê."