IRAQ
Li bajarên cuda yên Iraqê, di êrîşên bombeyî de 29 kes mirin, 69 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ewleyî û tenduristiyê, li taxa Zafaraniyeyê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîş li cihê qontrola eskeran hat kirin. Di êrîşê de ji bilî êrîşkar, yek jê polês bi tevahî 5 kes mirin, 5 jê polês 13 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên ku li 5 cihên cuda yên bajarê Kerkûkê hatin kirin de 7 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Hadîseyê jî li cihê qontrola eskeran, êrîşa bi çek hat kirin. Di êrîşê de serhengek û 4 leşker mirin.
Li bajaroka Mîqdadiyeya girêdayî Dîyalayê, di êrîşa xwekujiyê de 12 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Faysaliyê ya rojhilata Mûsûlê, di encama teqandina wesayiteke bombebarkirî de 5 kes, di teqîna li herêma Huseyniyeyê de jî 10 kes birîndar bûn.
Li herêma Amîriyê ya bajarê Fellûceyê bombeyeke ku danîbûn li ber deriyê avahiyekê teqiya û kesek mir.
Hat ragihandin ku polês li cihên ku teqîn qewimîne, ji bo ewleyiyê tedbîr hilda û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Duh jî li Enbarê li dijî yekîneyên polêsan, êrîşên bombeyî hatibûn kirin û di êrîşan de 7 polês miribûn, 12 kes jî birîndar bibûn.