PARÎS
Wezîrê Karên Nawxeyî yê Frenseyê Manuel Valls beşdarî fitara mizgefta Parîsê bû û rewşa misilmanên li Frensê dijîn û rastî êrîşan tên nirxand û got: "Tundiya li ser misilmanan nayê qebûlkirin."
Wezîr Valls dest nîşan kir ji bo hezkirina xwe nîşan bide beşdarî fitarê bûye û ev fitar ji bo wan kesên ku li dijberê îslamê ne dibe peyameke bi hêz.
Valls êrîşên li dijî miisliman tên kirin şermezar kir û got ev êrîş nayên qebûlkirin. Wezîr Valls anî ziman ku Komar tucar bi êrîşên li dijî dînan tê kirin re li hev nayê û li dijî em li dijî fundamentalîzmê bisekinin.
Balyozê Parisê yê Tirkiye Tahsîn Burcuoglu, nûnerên cemaatên Xiristiyan û Musewiyan, endamên saziyên civakî yên Parîsê, burokratên Wezaretên Karên Nawxe û Karên Derve û nûnerên Şaredariya Parîsê beşdarî fitarê bûn.