GUATEMALA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu der heqê 3 ciwanên misilman ên ku li Chapel Hîlla bajaroka Carolînaya Bakur a DYAyê hatin kuştin da destnîşan kir ku ev nîşan dide ku li Rojavayê dijîtiya Îslamê û biyaniyan heye û wiha got: "Heger em tevdîran hilnedin, têkoşîna xwe zêde nekin, dijîtî û nijadperestiya li Rojavayê wê wek talûkeyeke mezin li ber gelê Rojava û Ewropayê û li ber me dewam bike. Rewş ber bi xirabiyê va diçe. Ev geşedanên beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn tîne bîra meriv. Ji bo ku cardin şêr dernekeve em wiha hewl didin."
Çavuşoglu li Guatemalayê beşdarî Foruma Wezîrên Karên Derve ya Pergala Entegrasyonê ya Amerîkaya Navîn û Tirkiyeyê (SICA) bû. Çavuşoglu di çarçoveya serdan û pêwendiyên xwe yên li Guatemalayê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand.
Çavuşoglu li ser pirsa der heqê helwesta medya, rêvebirî û çapemeniya Amerîkayê ya ji bo kuştina 3 ciwanên misilman da wiha got: "Ev bûyera kuştinê nîşan dide ku li Rojavayê dijîtiya Îslamê û biyaniyan heye. Ne tenê li dijî Îslamê, li dijî biyaniyan dijîtî û nijadperestî heye. Îro du tişt Ewropa, Ewropa û dinyayê tehdît dikin. Ya yekem teror e, ya duyem jî nijadperestî û tundî ye. Her du jî hev temam dikin. Her du jî talûkeyên mezin in. Divê bi hev ra li hember vê şer bikin û divê meriv ji dil be."