Haydar Şahin
29 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
ANKARA
Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) alîkariya 7 ton xurekê da 200 malbatên penaber ên ku ji herêmên cuda yên Libyayê hatine Trablusa paytext.
Di daxuyaniya nivîskî ya TÎKAyê da hat diyarkirin ku TÎKAyê û Şaxa Trablus Hay Endilusê ya Serokatiya Karên Civakî ya Libyayê pakêtên alîkariyê li malbatên ku di qampên li Hay Endilusa bajarê Trablusê da dijîn belav kirin.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku gelek malbatan ji ber şerê navxweyî yê li welêt ji bajarên wekî Kîkla, Sebha, Bîngazî, Tîgî û Werşefane koçî Trablusa ku ewledar dibînin kir, li malbatên penaber û zarokên êtîm pakêtên xurekê yên ku tê da rûn, makarne, masî, penîr, şîr û xwarinên din hene belav kirin.