ÛBARÎ
Tîma AAyê çû herêma Fîzanê ya ku cihê herî dûr yê başûrê Lîbyayê ye û bû mêvanê daweta Tûaragan.
Tûaregên li herêma Fîzanê bi dawetan nasname, çand û kevneşopiya xwe ya bi hezar salan tînin roja me.
Jinên tûaregan jî wekî kevneşopiya desthinekirinê ya li Tirkiyeyê li dora bûkê dicivin û stranan dibêjin. Mezin di vê demê de tên mala bûkê û der barê zewacê de şîretan li bûkê dikin. Tûaregan navê siltan û wezîran li zava û birazavayn dikin. Ew jî li serê din yê cihê dawetê li şahiyan dinêrin.
Siwariyên deveyan dibezin û silavê didin kesên ku hatine dawetê.
Li mizgefta Ûbariyê xwarin tê dayîn û xwarina herêmî ya tûaregan "îflat"ê didin mêvanên xwe.
Fîzan li nava Çola Mezin a Sehrayê cî digire û hezar kîlometre dûrî Trablûsa paytextê Lîbyayê ye û li wir dora 600 hezarî tûareg dijîn.
Li herêma Fîzanê edalet û ewlehî di destê tûaregan de ye.
Fîzan li başûrê Libyayê û di dîroka Efrîqayê de xwediyê dîrokeke 10 hezar salî ye. Fîzan li ser rêya karwanên ku di navbera bakur û cihên navîn yên parzemînê de ye. Di çanda me de gotinên wek "Tu biçî Fîzanê jî ez ê te bibînim", "Heta Fîzanê rêya te heye" hê jî tên bikaranîn.
Tûareg di sedsala 17emîn de li ser Eyaleta Trablûsgarpê bi Osmaniyan ve hat girêdan. Karmendên osmaniyan yên wekî qaymeqam, walî û peywirdarên burokratîk li Fîzanê heta sala 1918an xizmet kirin. Tûareg zimanê tamaşekî yê ku wek berdewamiya zimanê tîfînagî ya ku diçe deh hezar sal beriya niha bi kar tînin û ji mezhebê Malikî ne. Li nev tûaregan civak ji çînên wekî tovrind, xebatkarên dînî, esnaf û kedkaran pêk tê. Piraniya tûaragan li Çola Sehrayê wekî koçer dijîn. Tûareg di heyama osmaniyan de xweser bûn. Tûareg di dewletên wekî Gat, Sebhe û Mûrzûka ku bi destê Dewleta Osmaniyan ve hat avakirin, niştecih bûn.