17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
MUSUL
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê û pêşmerge wê ji eniya Xazirê ji sê milan va êrîşî DEAŞa rêxistina terorê bike.
Artêşa Iraqê û pêşmerge li eniya Xazirê ku ji aliyê rojhilata Mûsilê va 40 kîlomêtre dûrî Mûsilê ye, bi çekên giran va xwe amade dikin ku hedefên DEAŞê bombebaran bikin. Jetên hevpeymanê jî ji asîmanan va li hedefên DEAŞê didin.
Di çarçoveya operasyonê da tê plankirin ku pêşiyê navçeya Hemdaniyê were rizgarkirin. Li vê navçeyê herî zêde mesîhî dijîn.
Li Eniya Xazirê ji fermandarên pêşmergeyan Albay Seyîd Hejar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên pêşmerge yên ku li başûrê rojhilat û rojhilata Mûsilê xwe edilandine, wê di demeke kurt da ji sê milan va êrîşî hedefên DEAŞê bike. Li hemû eniyan li ser hev dibe ku 15 hezar û 18 hezar pêşmerge tevî operasyonan bibe.
Hat gotin ku gelek pêşmerge sewqî Çiyayê Zertikê ku dikeve rojhilata Mûsilê û cihekî stratejîk e, kirine. Ji bo ku li deşta Mûsilê milîtanên DEAŞê werin şopandin, firokeyan timî ronahî da ser herêmê. Ji Deşta Mûsilê car caran dengê topên hewanê tên.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxuyandibû ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir. Ebadî li ser têlevîzyona dewletê gotibû ku tenê artêş û polêsê bikevin navenda Mûsilê.