ANKARA
Xebatkarên Konsolosxaneyê yên ku ligel Serokwezîr Davutoglu hatin Enqereyê, gihîştin malbatên xwe.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji balafirgeha GAPê ya Rihayê bi rehîneyên ku di destê DÎŞIyê de bûn û hatin xelaskirin bi balafira xwe ya taybet "TUR"ê ve di saet 11.30yî de hat Enqereyê.
Dîplomat û malbatên wan yên ku Mûsilê hatibûn rehînkirin û paşê jî hatibûn xelaskirin, li Balafirgeha Esenbogayê ji aliyê malbatên wan ve hatin pêşwazîkirin.
Di nav kesên ku hatin pêşwaziyê de Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Sekreterê Giştî yê Serokomar Fahrî Kasirga, Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê MelîhGokçek û hinek parlementer hebûn.