23 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
TUNUS
Li Tunisê Raşid Xennuşî car din wek Serokê Giştî yê Tevgera Nahdayê hat hilbijartin.
Elî Arîd di kongreya ku li Salona Sergirtî ya Radîsê hat kirin de piştî ray avêtinê axivî û wiha got: "Xennuşî li hember reqîbên xwe bi ferqeke mezin bi ser ket û car din bû serokê giştî. Xennuşî 800 ray girt, reqîbên wî Fethî Îyadî 229, Mihemed Akrut jî 29 ray hildan."
Kongreya ku roja înê dest pê kiribû îro dawî bû.