Haydar Şahin
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 04 Gulan 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin piştî ku DYAyê di sala 2003yan da Iraq dagir kir ji ber pevçûnan û bûyerên terorê kêm zêde milyon û nîvek xiristiyanî welat terk kir.
Josef Sleveyê parlementerê xiristiyan ê Parlementoya Iraqê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got beriya ku DYAyê di sala 2003yan da Iraq dagir kir li welêt 2 milyon welatiyên xiristiyan dijiyîn lêbelê ji ber pevçûn û bûyerên terorê yên ku derketin, piraniya wan mecbûr man koçî welatên ewledar bikin.
Sleve wiha got: "Nika hejmara xiristiyanên ku li welêt dijîn di navbera 500 hezar û 850 hezarî da ye. Ev jî tê wê meneyê ku di nav 14 salan da milyon û nîvek welatiyên xiristiyan welat terk kirin û koçî welatên din kirin.
- Reva ji Mûsilê
Sleve got piştî ku DEAŞê di 10ê hezîrana 2014an da gelek ciyên welêt ên ku Mûsil jî tev e zeft kir, bi qasî suniyan xristiyan jî di bin tesîra vê da man, di van 2 salên dawîn da koça xiristiyanan a ji welêt zêde bû.
Sleve wiha axivî: "Piştî ku DEAŞê Mûsil zeft kir û pevçûn derketin kêm zêde 300 hezar xiristiyanî ji ber pevçûnan welat terikand."