ANKARA - SEVÎM HATÛN
Hîndekara Zanîngeha Oxfordê Dr. Ozlem Galîpa ku serkêşî kir ku li Îngilistanê, li Zanîngeha Oxfordê dersên kurdî bên dayîn got ku "Ciwanên têgihiştî û birbîr ji kurdan derdikevin. Hem gelekî haja nasnameya xwe ya neteweyî ne, hem jî ya çandî. Bi kurdî dixwînin û dinivîsin. Ev deh salên dawîn wêjeya kurdî gelekî bi pêş ket û ev pêşketin hê jî bi hemû heybeta xwe berdewam dike."
Ozlem Galîpê pêvajoya destpêkirina dersa kurdî ya bijarte ya li Zanîngeha Oxfordê ji nûçegihana AAyê re nirxand. Galîpê got ku berê ji Beşa Ermeniyan a Zanîngeha Oxfordê bi Prof. Dr. Theo M. Van Lînt re li ser romana kurdî yên li Ermenistanê yên di dema Sowyetê de dest bi xebata post- doktorayê kir. Fikra ji bo dersa kurdî ya bijarte serîlêdana birêvebiriya Zanîngeha Oxfordê jî di wê heyamê de derket holê.
Galîpê got ku li Zanîngeha Oxfordê nebûna dersên kurdî yên heta niha kêmasiyeke mezin bû, haja her kesê jî ji vê yekê hebû. Galîpê diyar kir ku pîştî îlanê eleqeyeke mezin ji bo dersên kurdî çêbû û got ku me di serî de texmîn nedikir dê eleqeya li ser kurdî çawa be, lê eleqeyeke mezin ji bo kurdî çêbû. Sala bê jî dê dersên kurdî bên dayîn.
"Pîraniya xwendekarên min biyanî ne"
Ozlem Galîpê diyar kir, pola ku hat vekirin ji wan re biçûk hat û got ku di serî de îngiliz, piraniya xwendekarên min biyanî ne. Di nav xwendekaran de hollendî, amerîkayî, tirk û ermenî jî hene. Komeke ji Tirkiyeyê yê ku li Oxfordê dijî jî, ji bo ku bikare bikeve dersan serî li zanîngehê da lê me qebûl nekir. Ji bo ders hilgirtinê şerta xwendekariya Oxfordê heye.
Galîpê diyar kir ku di nav xwendekarên wê de hîndekarê zanîngehê jî hene, digel vê kesên ku dixwazin di pîşeyên xwe de pêş bikevin an jî tenê ji ber meraqê tên jî hene û wiha dewam kir: "Min bihîst ku di gelek saziyên kurd û tirkan de hewl didin ku kurdî hîn bikin. Em ji bo niha hefteyê carekê dersa kurdî didin. Du hefteyî carekê jî rêza semînerên Xebatên Kurdî dikin. Me serdema borî ji bo kurdan di beşên hiqûq, civaknasî, wêje û zanistên siyasî de semîner li dar xistin. Bi meha kanûna paşîn re em dê du heftî carekê roja fîlmên kurdî li dar bixin. Em ê her heftiyê fîlmeke ji herêmekî Kurdistanê pêşkeş bikin."
Galîpê diyar kir ku li Zanîngeha Oxfirdê dayîna dersên kurdî ji bo têgihiştina qîmeta kurdî peyameke gelek xweş e û got ku bi ya min dê demeke kurt de li gelek zanîngehên Ewropayê dê dest bi dayîna dersên kurdî bikin. Lî Zanîngeha Oxfordê armanca me ya sereke ew e ku em pêşî dest bi xebatên post- doktorayê bikin, piştre jî beşa Xebatên Kurdî ava bikin. Ji bo vê yekê jî eleqeyeke gelekî mezin heye.
"Wêjeya kurdî gelekî pêş dikeve"
Galîpê destnîşan kir ku wêjeya kurdî piştî sala 2000î gelekî bi pêş ket û got ku bandora kêmbûna qedexeyan û eleqeya cîwanan a li ser wêjeya kurdî jî li ser vê yekê heye. Galîp wiha axivî: "Zêdebûna weşanxaneyên kurdî yên ku navenda wan Îstanbûl û Diyarbekir in, ji bo wêjeya kurdî geşedaneke mezin e. Çapkirina pirtûkan ji Ewropayê derbasî Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Ciwanên têgihiştî û birbîr ji kurdan derdikevin. Hem gelekî haja nasnameya xwe ya neteweyî ne hem jî ya çandî. Bi kurdî dixwînin û dinivîsin. Ev deh salên dawîn wêjeya kurdî gelekî bi pêş ket, lê ev pêşketin hê jî bi hemû heybeta xwe berdewam dike."
Galîp vebûna beşên kurdî yên li zanîngehên Tirkiyeyê jî nirxand û bal kişand perwerdeya bi zimanê zikmakî. Galîp wiha axivî: " Li Tirkiyeyê perwerdeya kurdî ya li zanîngehan wekî pêngaveke erênî xuya dike lê ev pêngav, ji bo çareserkirina pirsgirêka perwerdeya zimanê zikmakî pêngaveke bêerk e. bi vî awayî kurdî û wêjeya kurdî dikeve di bin tekela komeke diyar tenê. Ango dê hin kes bikarin zimanê xwe bikarbînin lê piranî dê nekare zimanê xwe yê zikmakî bi kar bîne. Em ji zanîngehê bêtir hewce ne ku kurdî di dibistanan de bê hînkirin. zarokên kurdan heta ku tên lîseyê zimanê xwe yê zikmakî ji bîr dikin. Dersa kurdî ya li dibistan û dibistanên navîn ji dersên bijarte yên li zanîngehan çêtir e."
Galîp pêvajoya perwerdeya xwe ya ku heta hîndekariya Oxfordê çû wiha qise kir: "Ez li Şirnexê hatim dinê, min di salên 1990î de ji ber pevçûnên li herêmê bi malbata xwe re koçî Dîdîma navçeya Aydinê kir. Min di lîseya Anadoluyê de xwend lê ji ber ku em li herêmekê tûrîstîk dijiyan, ez di demeke gelek kurt de hînî îngilizî bûm. Ji ber meraqa min a wêjeyê, min di beşa Wêje û Zimanê Îngilizî de xwend. Min piştî zanîngehê demekê li Mêrdînê mamostetî kir û di heman demê de di beşa Ziman û Wêjeya Îngilizî de lîsansa biloind kir. Ez di sala 2006an de ji bo lîsansa bilind a duyemîn hatim Londonê. Pişt re min bûrsa doktorayê qezanç kir û li bajara Exetera Îngilistanê bi cî bûm. Çend salan li wir jiyam û pişt re vegeriyam Londonê. Niha di navbera London û Oxfordê de diçin û têm."