Nihat Kavşut
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 23 Sibat 2018
BRUKSEL
Wajid Khanê Parlementerê Îngilistanê yê Parlementoya Ewropayê (PE) destnîşan kir bûyerên li Arakanê bi eşkereyî "paqijiya nijadî" ye û wiha got: "Divê civaka navneteweyî li hember bêdeng nemîne. Xwîna Arakaniyan ji ya Ewropayiyan erzantir nîne."
Khanê demek berê li Cox Bazara herêma Bangladeşê kampên penaberên ji Arakanê ziyaret kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Wajid Khan diyar kir ji destpêka qeyrana însanî heya niha ji milyonekî zêdetir penaber ji Arakanê derbasî Bangladeşê bûne û wiha got: "Li Cox's Bazarê 27 hezar zarokên êtîm û 60 hezar jinên ducanî li ber xwe didin. Li hember zilma dijî Arakaniyan meriv acis û xemgîn dibe."
Khan balê kişand ser xebatên saziyên alîkariyê ku li herêmê dikin û wiha xeberda: "Di nav saziyên ku ji bona alîkariya xelkê Arakanê bikin çûne herêmê yên Tirkan li kampên Bangladeşê gelek çalak bûn."
Wajid Khan destnîşan kir divê civaka navneteweyî peyamê bide Myanmarê û bibêje ku "zilma li Arakaniyan dike jê ra kar namîne" û wiha dewam kir: "Ya rast wek welatiyên dinyayê bar dikeve ser milên me jî. Bi taybetî dixwazim qala keda xelkê Tirk bikim."
Khan diyar kir li ku derê zilm hebe divê em rabin ser xwe û deng derxin û wiha peyivî: "Divê civaka navneteweyî li hember bêdeng nemîne. Xwîna Arakaniyan ji ya Ewropayiyan erzantir nîne. Arakanî ji alîkariya însanî zêdetir dixwazin zilm rabe."
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) sala par ji 25ê tebaxê vir va ji ber tundî û zexta li Myanmarê 655 hezar Misilmanên ji Arakanê xwe sipartine Bangladeşê. Li gor agahiyan salên 1970î da li Arakanê qederê 2 milyon Misilman hebûn û ji ber tundî û zexta sîstematîk ev jimar daketiye 350 hezarî.
Li gor dîmenên saziyên alîkariya însanî yên navneteweyî li herêmê qederê 350 gundên Misilmanan hatin şewitandin.