ŞANLIURFA
Yekîneya sêyemîn a pêşmergeyan ku Herêma Kurdistana Iraqê şand, derbasî Kobanêyê bû.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yekîneya pêşmergeyan bi balafireke taybet ji Hewlêrê hatin Balafirgeha GAPê, yekîne demekê li vir ma û bi otobêsê derbasî Sirûcê bû. Yekîneya pêşmergeyan di nav tevdîrên ewlehiyê da ji Yumurtalixê derbasî Kobanêyê bû.
Yekîneya duyemîn a pêşmergeyan dibe ku di rojên pêş da ji Kobanêyê vegere Hewlêrê.