Nihat Kavşut
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) bi hinceta di pergala bernamesaziya Androidê da desthilatdariya piyaseyê xirab emiladiye 4,3 milyar ewro cezayê pere Googleyê birî.
Komîsyona YEyê eşkere kir biryar dane bi hinceta di pergala bernamesaziya Androidê da ku di têlefonên biaqil, tablet û cêhazên mobîl yên curbecur da tê bikaranîn desthilatdariya piyaseyê xirab emiladiye 4,3 milyar ewro cezayê pere li Googleyê bê birîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin divê Google di nav 90 rojan da şiklê xebata xwe biguherîne.