14 Adar 2019•Rojanekirin: 16 Adar 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê guleya tacîzê berda Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) ku li bakurê Sûriyeyê navçeya Ezazê bi cih bûye, piştî guleyên tacîzê di navbera herdu aliyan da pevçûn derket.
Duh derengê şevê YPG/PKK li xetên eniyan ên Kel Cîbrîn û Mareya herêmên Ezazê guleya tacîzê berda Artêşa Azad.
Li ser vê di navbera herdu aliyan da pevçûn derket.
Ji aliyekî din va YPG/PKKya ku navçeya Til Rifatê dagir kiriye, ji vê derê va jî xwest ku têkeve bûşûrê Efrînê.
Artêşa Azad pêşî li ber hewildana li herêmên Basilhaya û Dêra Muşmuşê girt.
Til Rifat dikeve başûrê rojhilata Efrînê û başûrê Ezazê û 3 sal in di bin dagirkeriya rêxistina terorê da ye. YPG/PKKê dora 250 hezar sivîlên ku li vê derê dijiyan bi zorê da koçkirin û timî hewl dide ku têkeve Efrînê.