Eşref Musa
17 Nîsan 2021•Rojanekirin: 18 Nîsan 2021
YPG/PKKya rêxistina terorê li Reqaya bajarê Sûriyeyê zor da sivîlan ku dikanên xwe bigrin û 2 sivîl kuşt.
YPG/PKKya rêxistina terorê li herêmên dagir kiriye ji ber belavbûna Kovîd-19ê ji bo 12 rojan qedexeya derketina derva îlan kir.
Li gor agahiyên AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê yên herêmê sitand, terorîstan duh êvarê zor dan esnafên Kuheyta gundê Cudeydeta navçeya Reqayê ku dikanên xwe bigrin û gule berî wan dan.
Gel bi hinceta aboriyê girtina dikanan red kir û bersiv da terorîstên YPG/PKKyî yên gule agir kirin.
Di navbera gel û terorîstan da pevçûn derket û Salih el-Elî û Mahîr Al-Selcî yên sivîl hatin kuştin, 2 sivîl jî birîndar bûn.
Li herêma lê terorîstek jî hat kuştin rageşî dewam dike.