Sevim Hatun
27 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "(16ê Nîsanê dengdayîna gel) Niha îbre bilind dibe, ya ku xuya dike ev e. Bawer im wê baştir bibe. Lewra yên ku dibêjin na nikarin sedema wê rave bikin. Di destê wan de der barê vê yekê de tu agahî tune ne. Yanê ew ê bibêjin çi, em ji bo vê yekê dibêjin na? Terorsîtên li Qendîlê bang dikin ku hemû alî bibêjin na, ma ew ê ji bo vê bibêjin na? Gelo ew ê ji bo serkirdeyê terorê yê li Îmraliyê dibêje na bibêjin na an jî FETOyê li Pensîlvanyayê dibêje na wê bibêjin na? Ma ew ê çima bibêjin na? Ev girîng e. Sedemên ku bibêjin erê hene; lê sedemenên ku bibêjin na tune ne."
Erdogan di weşana zindî ya hevpar a Show TV-Haberturk TV-Bloomberg HTê de pirsê Veyîs Ateş bersivandin.
Serokomar Erdogan bal kişand li ser pêşketina Tirkiyeyê wiha axivî:
"Tirkiye di heyameke pêşketinê ya girîng de ye. Wexta bala xwe didî rêjeya pêşketinê, dibîni ku niha rewşa me, ji ya welatên Ewropayê baştir e. Bala xwe didî veberhênanê, sermaye danînê dibînî ku sermaye danîn qet nasekine, bi lez û bez dewam dike. Tabî ev yek li gorî dilê wan nîne. Ji bo pêşiya Tirkiyeyê bigirin hewl dan lê bi ser neketin. Tu hewlê wan rê li pêşiya sermayedanîna li Tirkiyeyê negirt."
-Bi hezaran terorîstî li welatê xwe dihewîne
Serokomar Erdogan wiha dewam kir:
"Hûn helwesta Almanan dibînin, lê binêrin bi hezaran terorîstî li welatê xwe dihewîne, ji wan re çavkaniyên aboriyê peyda dike, li wê derê bi her awayî çalakiyan li dar dixin; heta endamên rêxistina terorê di wesayitên polêsan de rûdinên û terorîst di paceyên wesayitên polêsan de posterên serkirdeyê rêxistina terorê dihejînin. Bala xwe bidinê wesayit a polêsan e... Di destê me de belge hene. BND, radibe dibêje 'Em li pişt vê yekê vê nabînin' ew bi vê gotinê nikarin xwe mafdar nîşan bidin. Belgeyên wan di destê me de hene."
Erdogan wiha got: "Yên ku dibêjin na nikarin sedema wê rave bikin. Di destê wan de der barê vê yekê de tu agahî tune ne. Yanê ew ê bibêjin çi, em ji bo vê yekê dibêjin na? Terorsîtên li Qendîlê bang dikin ku hemû alî bibêjin na, ma ew ê ji bo vê bibêjin na? Gelo ew ê ji bo serkirdeyê terorê yê li Îmraliyê dibêje na bibêjin na an jî FETOyê li Pensîlvanyayê dibêje na wê bibêjin na? Ma ew ê çima bibêjin na? Ev girîng e. Sedemên ku bibêjin erê hene; lê sedemenên ku bibêjin na tune ne."
-16ê Nîsanê wê bibe reforma herî mezin a xwemalî û milî ya Tirkiyeyê
Serokomar Erdogan wiha axivî: "Ji bo em gavinên mezintir biavêjin, lazim e pêşiya me neyê girtin, ji bo bi hêsanî avêtina gavan 16ê Nîsanê. Li gor min 16ê Nîsanê wê bibe reforma herî mezin a xwemalî û milî ya Tirkiyeyê, ne îthal e. Ji ber vê yekê min her dem îfadeya 'Serokatoya tîpa Tirk' bikaranî û ev ê xwemalî û milî be. Em ê vê bi qanûnan biparêzin, pêşvabibin, xurt bikin."
Erdogan wiha pê de çû:
"Ya rast ez biryara rêveberiya Galatasarayê ku aîdatê wekî sedem nîşan da û hilda sivik dibînim. Lewra sedem aîdat û peywendiya bi FETOyê re ye. Îxtîmala herî xirab, divê rêveberiya Galatasarayê ji ciyê ku evana têne darizadin agahî bistendana û li gor wan agahiyan biryara xwe bida. Wê gavê wê sekna wan a li hemberî bûyerê esîltir bûya. Li gor min tevgerên wan ên niha ji bo derbaskirina pêvajoyê ye. Tabî ew tiştên li wê derê li hêwanê qewimîn jî nexweş bûn."