ANKARA - Yusuf Çelebi
Cambrîdge ji zanîngehên Îngilistanê yên herî girîng yek e. Tê de dê mizgeftek bê avakirin. Yûsif Îslam jî ji bo çêkirina vê mizgeftê bo ku piştgiriya aboriyê peyda bike hat Tirkiyê û daxuyaniyên gelek taybet da nûçevanê AAyê. Îslam destnîşan kir, mizgeft dê li navenda cihên ronakbîran bê çêkirin, bi hewl û xebatên Weqfa Akademisyenên Misliman, projeya mizgeftê ber bi qedandinê ye.
Îslam diyar kir, armanca wan a sereke qedr û qîmetên Îslamê û yên Rojavayê bigihînin hev û bi hev bidin naskirin. Li gor Îslamî piştî mizgefta Londonê ev ji projeyên herî girîng yên Îngilistanê ye.
Yûsif Îslam berê bi karê mûzîkê re mijûl dibû bi navê Cat Stevens jî di qada xwe de gelek navdar bû. Piştî ku bû misilman, navê xwe guherand û kir Yûsif Îslam. Îslam di vê meha remezanê de ji bo mizgeftê bi hêvîya komkirina alîkariyê hat Tirkiyê. Îslam got: "Em di vê meha remezana bi bereket de bi îzna Xweda li Tirkiyê ne. Ez hêvî dikim ku Tirkiye jî piştgiriyê bide vê projeya gelek biha û mezin."
Îslam bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hat ba hev. Hevdîtin nêzî saetekî dewam kir. Di hevdîtinê de li ser mijara mizgefta ku dê li Zanîngeha Cambridge bê çêkirin hat sekinandin. îslam ji bo mizgeftê ji Serokwezîr Erdogan alîkarî xwest. îslam dê hevdîtinên xwe yên ji bo komkurina alîkariya mizgeftê bidomîne.