İbrahim Atmaca
08 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2018
MAE SAI
Li eyaleta Çiang Raiyê ya ku dikeve bakurê Taylandê 12 zarokên fitbolîst şikeftek ziyaret kir û tê da winda bûn. Fitbolîst û antrenorên wan piştî 9 rojan sax hatin dîtin û ji bo ku ji şikeftê werin derxistin operasyonê dest pê kir.
Waliyê Eyaleta Çiang Raiyê Narongsak Osatanakorn diyar kir, operasyonê serê sibê dest pê kir û 13 noqavên biyanî û 5 noqavên Taylandî beşdar bûn, du noqav wê gav bi gav zarokekî derxin.
Narongsak got ku ji zarokan yê ewil wê îhtimala herî baş 11 saet şûnda wê were xelaskirin. Tumgeneral Çalongçai Çaiyakam jî got ku operasyon wê li gor şert û mercên şikefta ku bi avê tije bûye, wê di navbera 2 û 4 rojan da dewam bike