Fatih Gazioğlu
19 Mijdar 2019•Rojanekirin: 20 Mijdar 2019
Zarokên Sûriyeyî yên ku li Sîncara navçeya Îdlibê dijîn li çopan dixebitin û ji bo debarê alîkariya malbatên xwe dikin.
Mihamed Esmerê zarok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo alîkariya malbata xwe li çopan dixebite û wiha axivî:

"Min mekteba xwe terikand. 2 sal û nîv e ez vî karî dikim. Ez ji vê karî qet hez nakim. Ez bona debara malbata xwe mecburî dixebitim. Ez dixwazim bixwînim. Lê nêzî me tu mekteb tune ne. Li vir heta pola 4emîn mekteb hene. Mektebên din ji vir dûr in. Ji bo çûna wan mekteban jî divê wesayît hebe. Ew îmkanê me jî tune ye."
Esmer got ku ew ji çopan piranî sifir, lastîk û perçeyên bafonan kom dikin û rojanê di navbera 700 (7 lire) û hezar lireyê Sûriyeyê qezenc dikin.

Ji zarokan Ganîm Ehmedê 8 salî jî got ku xwendin û nivîsandina wî tune ye û her roj serê sibê bi pismamê xwe ra saet 10an dest bi xebatê dike û rojanê herî zêde 600 lireyê Sûriyeyê qezenc dike.
- "Pereyê em qezenc dikin enca têra nanekê dike"
Elî Hîlalê 18 salî jî got ku ew bi malbata xwe ra li navçeya Marratînnumanê dijî û beriya vê li ser dezgehan fêkî û nan difirot û wiha axivî:
"Lêbelê min jî wî karî tu pere qezenc nedikir. Paşê min dest bi vî karî kir. Em serê sibê saet 07.00an tên vê derê û ji çopan pereyên hesin û bafonan kom dikin. Em di rojê da herî zêde hezar û 500 lire pereyê Sûriyeyê qezenc dikin. Pereyê em qezenc dikin encax têra nanekê dike"