BERLÎN
Serokomar Ebdulfettah es-Sîsiyê ku li Misrê bi derbeyê bû serokomar, ji bo ziyareteke fermî li Berlîna Almanyayê ye. Sîsî bi Serokomar Joachim Gauck û Serokwezîr Merkel ra hevdîtin kir. Piştî her du hevdîtinan jî Sîsî li derveyî avahiyên ku tê da hevdîtin kir, hat protestokirin.
Sîsî ji bo 3 rojan hat Almanyayê. Serokomarê Almanyayê Gauck Sîsî li ber deriyê Qesra Serokomariyê ya Schloss Bellevueyê pêşwazî kir.
- Sîsî li derva hat protestokirin
Dema ku Sîsî di hundir da hevdîtin dikir, kesên ku ji Sîsî hez nakin, li ber qesrê civiyan. Polês li dûrî qesrê destûr da kesên ku civiyan û wan li wê derê xwepêşandan kir. Polês dîsa destûr da komeke alîgirê Sîsî ku ew jî li ber Qesra Serokomariyê bicivin.
Dijberên Sîsî di destê xwe de dovîzên ku li ser "Cezayên îdamê bidin sekinandin" û "Ji derbeya leşkerî ra na" nivîsî bûn, gerandin. Her wiha dijberên Sîsî diruşme berz kirin û gotin "Kujerê zarokan Sîsî" û "Serokê me Mursî ye".
Sîsî piştî ku bi Serokomar ra hevdîtin kir, çû avahiya serokwezîriyê û bi Serokwezîr Angela Merkelê ra hevdîtin kir.
Beriya hevdîtinê, vê carê jî "Rêxistina Rojnamegerên ku Sînoran Nas Nakin" Sîsî li derva protesto kir.
Serokê Şaxa Almanyayê ya Rêxistina Rojnamegerên ku Sînoran Nas Nakin Christian Mihr ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Sîsî li dijî azadiya çapemeniyê ye û li Misrê rewşa rojnamegeran pir xirab e.