Muhammet Kurşun
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
BERLÎN
Zîrweya Serokan G20 ya li Hamburga Almanyayê bi protestoyan dewam dike.
Xwepêşandanên ku li cihên curbecur ên bajêr kom bûn bi polêsan re pevçûn.
Polêsê Hamburgê diyar kir ku xwepêşandanan li semtê St. Pauli kevir û şûşe avêtin polêsan. Herwiha li gelek cihên bajêr xwepêşandan kom dibin.
Di daxuyaniya polêsan de hat ragihandin ku molotof kokteyl davêjin hêzên ewlehiyê û heta niha 70 kes hatine binçavkirin.