Li Iraqê hêzên koalîsyonê yên navneteweyî êrîş birin li ser hedefên DAEŞê yên li Telafera navçeya Mûsilê û di êrîşan de gelek milîtan hatin kuştin.
Li gor agahiyên kesekî ewlehiyê yê ku naxwaze navê xwe bide, balafirên şer ên koalîsyonê êrîşî 5 hedefên DAEŞê yên li gundên Mariya û el-Aleviyyeya girêdayî navçeya Telaferê kirin. Di êrîşan de gelek milîtanên DAEŞê hatin kuştin, gelek milîtan birîndar bûn û 3 wesayît jî hatin îmhekirin.
Li taxa 7 nîsan a rojavayê Telaferê jî 3 fermandarên DAEŞê û gelek milîtan hatin kuştin.
Li taxa Hasan Keviya navçeya Telaferê jî 7 milîtan hatin kuştin.