Waliyê Mûsilê Esil en-Nuceyfî daxuyand ku Serokwezîr Heyder el-Îbadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo ku bajarên di destê DAEŞê de ne bên xilaskirin li ser mijara operasyonê li hev kirine.
Nuceyfî li ofîsa berwext a Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê da û der barê operasyona Mûsilê de wiha axivî:
Hikûmeta Iraqê demek berê ji bo ku bajar bê xilaskirin planek û hêzên leşkerî amade kir. Ev leşker ji hêla leşkerên koalîsyona navneteweyî ve hatin perwerdekirin. Niha ev hêz ji bo operasyonê amade ne. Îbadî û Barzanî li ser operasyona Mûsilê li hev kir. Her kes çi dikeve li ser milê" wan wê bikin. Di eniyan de rola mezin wê bikeve li ser milê artêşa Iraqê. Ji bilî vê li gor hemû herêman pêşmerge û leşkerên eşîran wê bên wezîfedarkirin. Lê milîsên şiî wê di operasyonê de cih negrin."
- "Çekdayina suniyan"
Nuceyfî daxuyand ku çekên giran negîhîştine destê hêzên sunî yên ku li kampên Hewlêr û Mûsilê perwerdeyê dibînin û wiha dewam kir: "Wezîrê Parastinê yê Iraqê daxuyand ku di nav çend rojan de çekên nû wê bigihêjin ber destê me. Di destê me de çekên ku ji cihên nêzîk bên bikaranîn hene. Dema operasyon dest pê bike û em bigihêjin Mûsilê hewcedariya gelê wir bi çekan heye ku piştgiriyê bide me."
Nuceyfî got ku bi tenê artêşa neteweyî, polês, pêşmerge û hêzên koalîsyonê û yên sunî wê beşdarî operasyonê bibin û wiha dewam kir: "Me bi Serokwezîr Îbadî re li hev kir ku milîsên şiî beşdarî operasyonê nebin. Me ji ber bûyerên Tikrîtê behsa fikr û fikarên xwe kir. Birêz Serokwezîr jî ji ber bûyeran xemgîn e. Hin milîsên şiî yên ku di nav Haşdî Şa'bî de cih digrin, ji bo hikûmeta Iraqê pirsgirêkan derdixin û guh nadin fermanên saziyên fermî. Dereqanûnî tevdigerin û ji ber vê herêma Kurdistanê naxwaze ku artêşa şiî Haşdî Şa'bî beşdarî operayonê bibe."
Nuceyfî got ku ji bo ku kurd jî beşdarî operasyonê bibin şertan nabêjîn lewra DAEŞ wek li Mûsilê ji bo herêma Kurdistanê jî tehdîdek e û wiha got: "Kurdan biratiya xwe îspat kir. Navbera kurdan û rêvebirên Iraqê niha pir baş e û tu pirsgirêk tune."
- "Tirkiyeyê alîkariya leşkerî şand"
Li ser pirseke rojnamevanekî Walî Nuceyfî got ku Tirkiyeyê hê çek neşandiye û wiha axivî: "Lê pisporên leşker yên ku ji Tirkiyeyê hatin perwerdeyê didin hêzên me yên biçek. Ji bilî vê Tirkiyeyê alîkariya leşkerî şand. Mijara çekan cuda ye. Tirkiye dibe ku bi alîkariya Wezareta Parastinê ya Iraqê ve çekan bigihîne me. Tirkiye dixwaze li gor çarçoveya hiqûqê ya navneteweyî tevbigere û em rêzê nîşanî vê biryara wan didin. Hêzên biyanî tu kes wê beşdarî operasyona Mûsilê nebin."