Hat îdiakirin ku jin û kurê El-Bexdadiyê serokê DÎŞIyê, li ser sînorê Lubnanê yê li aliyê Sûriyeyê hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya rojnameya Es-Sefîrê ku li Lûbnanê weşanê dike, îstîxbarata leşkerî ya Lubnan û îstîxbaratên dewletên din, bi operasyoneke hevpar ve, jin û kurê Bexdadî li ber deriyekî sinor binçav kirin.
Li gor nûçeyê li ser jina Bexdadî û kure wî, nasnameyên sexte derketin. Jin û kurê Bexdadî ji bo lêpirsinê birin awahiya Wezereta Parastinê ya ku li Beyrûdê ye.