15 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
WASHINGTON
Tê îdiakirin Rûsya peymana emilandina moşekên nukleer qedexe dike ya di sala 1987an îmze kiriye, binpê kiriye û moşekeke nukleer bi dizî li baregehekê bi cî kir.
Li gor nûçeya New York Timesê Rûsyayê bataryaya moşeka nukleer a SSC-8ê ya çend sal in test dike, ji baregeha moşekê ya Kapusting Yarê ya li nêzî Volgogradê biriye baregeheke operasyonel.
Di nûçeyê tê diyarkirin li baregeha Kapusting Yarê 2 moşekên SSC-8ê yên Rûsyayê hene û meha kanûnê moşekek birine bargeheke din.
Laura Seala ji berdevkên Wezareta Paratina DYAyê (Pentagon) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir wê der barê mijarên îstixbaratê da daxuyaniyê nede, lê Rûsya demeke dirêj e peymana emilandina moşekên nukleer binpê dike.