Li gorî agahiya ku ji şahidan hat stendin, artêşa Îsraîlê serê sibehê êrîş bir ser taxa Tufaha bajarê Xan Yûnis ê û mala Ebû Camî da ber bombeyan û di encamê de 1 jê jin, 6 jê zarok bi tevahî gihîştin cesedê 9 kesan.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Filistînê Eşref el-Kûdra yê ku li Xeta Xezeyê bi awayekî fiîlî li ser peywira xwe ye di daxuyaniya xwe ya da AAyê de wiha got: "Di êrîşan Îsraîlê yên bênavber de hejmara miriyan derket 502yan û ya birîndaran jî derket 3 hezar û 150 kesan."
Kûdra diyar kir ku Îsraîl niştecihên sivîl dike hedefa xwe û li bajarê Refahê xaniyê malbata Siyam da ber bombeyan û li gorî tesbîtên ewil 7 jê zarok 9 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn. Kûdra got ku ji birîndaran rewşa 5 kesan xerab e.
Şahidan destnîşankirin ku artêşa Îsraîlê 13 guleyên topê avêt li ser 6 xaniyên malbata Siyam û xanî dan ber guleyan.