QUDIS
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li Qudsê 4 zarokên filistînî bi hinceta kevir avetine polêsan, binçav kir.
Li gor nûçeya radyoya dewleta Îsraîlê, leşkeran 4 zarokên filistînî bi hinceta kevir avetine polêsan binçav kir.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku li Qudsê polêsên Îsraîlê 2 xortên filistînî ji ber ku di wesayita wan de çêk hatine ditîn, binçav kir.
Hêzên Îsraîlê her tim li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojavayê di ser malan da digrin û bi hin hincetan filistîniyan binçav dikin.
Li gor daneyên Wezareta Hêsîran a Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da ji 6 hezar û 500î zêdetir welatiyên Filistînê girtî ne.