Faruk Hanedar
23 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Îsraîlê 5 êrîşên esmanî birin ser Beyrûta paytextê Libnanê.
Ajansa fermî ya Libnanê (NNA) daxuyand, hedefa êrîşekê avahiyeke pêşiya Nexweşxaneya Bahmanê bû û ji ber tesîra êrîşê di nexweşxaneyê da jî xesareke mezin çêbû.
2 êrîş birin ser Taxa Hureykê, 3 êrîş birin ser Stadyuma el-Rayeyê û derdora Kompleksa el-Qaîmê.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee êvarê li ser hesabê xwe yê Xê 4 nexşe parve kirin û hişyariya texliyeyê dabû.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji 8ê Cotmeha 2023yan vir va 104 jê zarok û 194 jê jin bi tevahî 2 hezar û 546 kes hatin kuştin, 11 hezar û 862 kes birîndar bûn.