Faruk Hanedar
06 Mijdar 2024•Rojanekirin: 09 Mijdar 2024
Îsraîlê yek jî gelekî bi şîdet herî kêm 4 êrîş birin ser başûrê Beyrûta paytextê Libnanê.
NNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê ragihand ku Îsraîlê êrîşên asîmanî birin ser Taxa Leylekî, Hureyk û Burc el-Baracîneya li herêma Dahiyeyê ya ku wekî kelha Hîzbullahê tê zanîn.
Hat ragihandin ku êrîşekî Nexweşxaneya Bahmanê êrîşekî jî nêzî Stadyuma el-Raye hat kirin.
Piştî êrîşan ji herêmê dûman bilind bûn.
Teqîn piştî ku Avîchay Adraeeyê Berdevkê Artêş aÎsraîlê ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî ji bo 6 herêmên li Dahiyeyê tehdîda êrîşê kir çêbû.
Berdevk 3 jê li taxên Hureyk û Leylekiyê, 3 jê jî li Burc el-Baracîneyê 6 cî îşaret kiribûn û hişyariya texliyeyê dabû.