22 Adar 2017•Rojanekirin: 22 Adar 2017
XAZZE
Hat ragihandin di êrîşa artêşa Îsraîlê ya ku li Xazzeyê hat kirin de kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filîstînê Eşref el Kudra daxunaniyek da nûçegehihanê AAyê û got di êrişa Îsraîlê ya ku li Refahê bi topan kirî de xortekî ku navê wî Yusuf Şaban Ebû Ezra (18) bû hat kuştin, du xort jî birîndar bûn.
Kudra got ku xortên birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Ebu Yusuf en Neccarê.
Der barê bûyerê de ji Îsraîlê hê tu daxuyanî nehatiye dayîn.