ÎSTANBÛL
Di Lîga Super a Spor Totoyê de Beşîktaşa ku Trabzonspor têk bir pêşengiya xwe didomîne û niha jî dixwaze di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de bibe pêşengê Koma Cyê.
Beşîktaşa ku di Lîga Ewropayê ya UEFAyê de di Koma Cyê de cih digire bi 9 pûanan ve di rêza duyemîn de ye û sibê jî bi pêşengê komê Tottenhamê re dê bê hemberî hev.
Pêşbirkê di saet 20.00an de li Stada Ataturk Olîmpiyatê dest pê bike. Stefan Johannessonê ku ji Federasyona Fitbolê ya Swêdê ye jî dê pêşbirkê birêve bibe.
Pêşbirka ewil a di navbera her du tîman a ku Londonê hat kirin 1 û 1 bi beramberî qediyabû û Beşîktaş dixwaze ku di pêşbirka li mala xwe de bi ser keve û bibe pêşengê koma Cyê.