ÎSTANBUL
Lijneya Rêveberiya Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (FFT) biryara pêşbirka ku di navbera Beşîktaş - Galatasarayê de di hefteya 5emîn de hat lîstin da. Pêş birka ku 2 û 1 bi serkeftina Galatasarayê dewam dikir ji ber ku alîgir daketin sehê bi dawî nebû û hakem jî pêşbirk da sekinandin.
Li ser pêşbirkê gelek nîqaş hatin kirin lê biryara dawî ya FFTyê ye. Lijneya FFTyê li navenda Îstînyeyê ji bo biryardayîna pêşbirkê kom bû. Piştî biryarê daxuyaniyek hat dayîn û hat dîtin ku biryar bi xêra tîma Galatasarayê ye. Lewra wisa hatiye hesibandin ku Beşîktaş 3 û 0 têk çûye.