09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2019
Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ra li bakurê Sûriyeyê dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê Herekata Kaniya Aştiyê da destpêkirin li navçeya Ceylanpinarê dengê obusan tê bihîstin.
Bi destpêkirina Herekata Kaniya Aştiyê hat dîtin ku ji hin herêmên Resuleyna hemberî navçeya Ceylanpinarê dûman bilind dibe.
Li navçeya Ceylanpinarê dengê obusan tê bihîstin û tê dîtin ku balafirên şer li sînorê Sûriyeyê difirin.
Di vê navberê da Şaredariya Ceylanpinarê jî hişyarî da û xwest ku welatî di malên xwe da bimînin.