Cüneyt Çelik
27 Îlon 2026•Rojanekirin: 27 Îlon 2026
Li Qersê di qezaya trafîkê da 4 kes birîndar bûn.
Otomobîla bi plakaya 36 ABS 082 a ku Mehmet Alî A diajot li texma Îdareya Taybet a Bajêr a rêya Qers-Erdexanê pêşî li dîreka ceyranê qelibî û paşê li otomobîla bi plakaya 34 KKT 017 a ku Ozgur Ulaş Ç. dijaot ra qelibî.
Di qezayê da ajokar û Eşref Ç. û Sakîne Ç. yên di otomobîla ku Ozgur Ulaş Ç. diajot da bûn birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, polês, îtfaiye û AFADê sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî û Navenda Sepan û Lêkolînê ya Zanîngeha Kafkasê.
Ekîbên polêsan li rê tevdîrên ewlehiyê hildan.