Cüneyt Çelik, Hüseyin Demirci
25 Hezîran 2026•Rojanekirin: 25 Hezîran 2026
Li Qersê ji bo salvegera 1387emîn a li Kerbelayê qetilkirina Hezretî Huseyînê neviyê Hezretî Muhemmed û heval û hogirên wî, bernameya bibîranînê tê lidarxistin.
Ji ber ku Hezretî Huseyîn û hevalên wî di Roja Eşûreya ku roja 10emîn a meha muherremê da hatin şehîdkirin, îro "roja şînê" tê dîtin û şehîdên Kerbelayê bi çalakiyan tên bibîranîn.
Bi hezaran kes li pêşiya Mizgefta Sûkê ya Hezretî Elî civiyan, alayên Tirkiyeyê dan destê xwe, posterên Ataturk û Hezretî Elî vekirin û di çarçoweya bernameya bibîranînê da dest bi meşê kirin.
Kesên ku di grûbê da bûn, ji Kolana Faîkbeyê heta pêşiya Mizgefta Ehlêbeytê meşiyan, zêmar gotin, zincîr li singê xwe dan. Ji bo ku Hz. Huseyîn temsîl bike, kesek bi hespê Zulcenah va beşdarî meşê bû.
Bi gotina zêmaran ra hin kes giriyan. Jinên ku cil û bergên reş li xwe kirin, bi şûrên Zulfîqar va meşiyan. Hin welatî jî beşdarî kortejê bûn û li singê xwe dan.
Beşdarên meşê hatin pêşiya Mizgefta Işikliyê ya li ser kolana Cumhuriyetê û ji bo şehîdan dia kirin û bîstek şûnda dîsa meşiyan.