Rauf Maltaş
15 Îlon 2026•Rojanekirin: 15 Îlon 2026
Li Xelîliyeya navçeya Şanliurfayê di şerê ku gule tê da teqiyan da 5 kes birîndar bûn.
Li Taxa Weysel Qeranî du grûbên dijmin bezîn hev û bi sîlahan şer kir.
Li ser êxbara kesên derdorê polês û ekîbên tenduristiyê şandin herêmê.
5 kesên ku di şer da birîndar bûn, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.
Di kêliya şer da gelek gule li dibistan, 3 avahî û 2 wesayîtên derdorê ketin.