Mehmet Niyazi Deniz
17 Gulan 2026•Rojanekirin: 17 Gulan 2026
Li Sêrtê traktor welgeriya û di encamê da 2 kes mirin.
Di rêya gundê Emekçilerê da traktora gubrebarkirî ya ku M.E. diajot û plaqeya wê hê nehatiye tesbîtkirin, welgeriya.
Li ser îxbarê ekîbên tenduristî, cendirme, AFAD û UMKEyê hatin şandin.
Ekîbên xwe gihandin cihê bûyerê tesbît kir, Firat (15) û Muhammet Guneş (21) ên di bin traktorê da mabûn, mirine.
Ajokar M.Eyê ku di dema qezayê da xwe ji ser traktorê avêt xwarê jî bi herişînên piçûk ji qezayê filitî.
Wêne : Siirt UMKE/AA