01 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
ANKARA
Encama hilbijartina "Vîdeoyên Salê" yên Ajansa Anadoluyê (AA) eşkere bû û di qada "nûçe" û "jiyan"ê de vîdeoya herî baş ên sala 2015an hatin hilbijartin.
Vîdeoya bi sernava "Liberxwedana keça wêrek a filistînî" ya ku di qada nûçeyê de hat hilbijartin ji hêla kameravan Hîsham Abû Shaqra ve hatibû kişandin. Di vîdeoyê de eskerên Îsraîlê dixwazin ku Mihemedê filistînî binçav bikin û Ahed Tamîma xwîşka wî û xizmên wî li hemberî eskeran derdikevin.
Di qada jiyanê de jî vîdeoya herî baş a sala 2015an vîdeoya bi sernava "Ev Behlul Behlulekî din e" ku kameraman Kenan Yeşîlyûrt qeyd kiribû, hat hilbijartin. Di vîdeoyê de dîkê ku xwediyê wî Ahmet Oztel 10 sal berê li bazarê cûciktî bû kirîbû û navê "Behlûl" lê danîbû heye. Oztel ji dîkê xwe gelek hez dikir û wî kesekî weke ku ji malbata xwe dihesiband.