27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa hewayê herî kêm di bin sifrê da bi 16 pileyî va li Agirî û Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê îro hewayê ewrsayî û kêmsayî derbas bibe. Li herêmê dibe ku serê sibê û bi şev cemed bigre û cî bi cî mij û dûman çêbe.
Li herêmê germa hewayê herî kêm di bin sifrê da li Qers û Agiriyê 16, li Erdexanê 13, li Erziromê 6, li Îdirê 9, li Erzincanê 3 pile û li Tunceliyê sifir pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nav rojê germa herî zêde li Tunceliyê 15, li Erzincanê 12, li Îdirê 8, li Erziromê 5, li Qersê 2, li Agiriyê û Erdexanê pileyek be.
Qalindiya berfê li Agiriyê 66, li Erziromê 35, li Qersê 18, li Erdexanê 10 û li Îdirê 4 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo şepeyê û ji bo cemeda bi şev hişyarî da welatiyan.