KILÎS
Piştî qezaya trafîkê her du çîpên Mehmet Firildakê 55 salî hatin jêkirin û 26 sal e Li nexweşxaneyê dijî.
Firildak sala 1985an de gava ku ajokariya otobosê dikir qezaya trafîkê derbas kir û pişt re 2 salan li çend nexweşxaneyan tedawî bû.
Firildak 26 sal berê piştî qezayê li Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê tedawî bû. Firildak mirovekî bêkes e û cih û warê wî tune, ji ber vê yekê rêveberiya nexweşxaneyê destûr da ku ew li wir bimîne. Ji wê rojê heta niha Firildak li nexweşxaneyê di odeyeke piçûk de dimîne.
Hewcehiyên Firildak ji alî xebatkarên nexweşxaneyê ve tên dîtin û car caran jî zarokên wî tên dîtina wî. Firildak di 26 salan de 12 caran emeliyat bû û debara xwe jî ji mehaniya teqawidiyê dike.
Êdî nexweşxane bûye mala min
Firildak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî qezayê pişta wî şikestiye û li gelek nexweşxaneyan şifayê geriyayê û wiha axivî:
"Di dawiyê de hatim Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê û 26 sal e li vir dijîm. Piştî qezayê jina min ez terikandim. Zarokên me gava ku firsendê dibînin tên dîtina min. Êdî nexweşxane bûye wek mala min. Xebatkarên nexweşxaneyê mirovên zehf baş in. Li vir odeyeke piçûk dane min. Ez bi tena serê xwe me lêbelê xebatkarên tenduristiyê di her tiştî de alîkariya min dikin. Ez ji wan re minetdar im."
Firildak diyar kir ku debara xwe ji mehaniya teqawidiyê dike û axaftina xwe wiha domand:
"Heke rêveberiya nexweşxaneyê li min xwedî derneketa ez ê li kuçeyan bimam. Hin caran bi kursiyên biteker ve derdikevim derve. Êdî xebatkarên nexweşxanyê ji min re bûne wek qîz û law. Xwarina xwe li vir dixwim. Xebatkarên nexweşxaneyê hemû hewcehiyên min pêk tînin."