02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 03 Mijdar 2016
BITLÎS
Şêniyên Adilcewaza navçeya Bitlîsê, bi gûzên li baxçeyên xwe diçînin him debara xwe dikin him jî aboriya navçeyê geş dikin û pêşva dibin. Malbata Akkoyûna ku bi firotina gûzan 9 zarokên xwe dan xwendin ji van malbatan yek e.
Malbata Akkoyûn ev nîvê serdemek e ku li herêmê çandiniya gûzan dike û bi firotina gûzan debara xwe dike, wekî gelek malbatên li herêmê emrê xwe dane ser darên gûzan.
Gûzên Adilcewazê yên bitehm ku qalikên wan zer û tenik e, li bazaran bi heba têne firotin. Malbata Akkoyûn ku bi firotina gûzan debara xwe dikin, bi pereyê ji gûzan qezenc kirine 9 zarokên xwe didin xwendin, bi vî pereyî xanî çêkirine, zarokên xwe zewicandine, çûne hecê digel kalbûn û pîrbûna xwe hê jî bi darên gûzan re mijûl dibin.
Malbata Akkoyûn ku 50 sal berê li zêviya xwe ya ku ji 20 donimî pêk tê hezar şitlê gûzan çandin ji wê demê vir va debara xwe bi vî bexçeyî dikin.
- "Me emrek da baxçeyê guzan"
Selahattîn Akkoyunê 86 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wî û xanima xwe emrek dan baxçeyê guzan.
Akkoyun got çaxê ku dest bi baxçeyê guzan kir zarokên wî piçûk bûn û wiha axivî: "Ez bêkar bûm û dibê min debara mala xwe bikira. 20 dolim erdê min hebû. Li vî erdî bi tenê dareke çekemê hebû. Min Edilcewazê 1000 şitlên guzan ên herî rind kirîn. Min bi tena serê xwe bi tevir û merê va erd kola û şitlên xwe daçikand û gumre avête binê wan. Di sala 3yan da daran guz da."
Akkoyun got ku hin şitl zêde man di destê wî da û ew jî ji bo xêra dê û bavê xwe li milet belav kir.
Akkoyun diyar kir ku demeke dirêj e bi firotina gûzan debara xwe dike û wiha xeberda: "Zarokên min mezin bûn. Ez di sala 1982yan da bi pereyê gûzan çûm hecê. Min 50 salan bi firotina gûzan zarokên xwe mezin kirin û xanî çêkir. Hê jî bi gûzan debara xwe dikim."
Zînnet Akkoyuna xanima Selahattîn Akkoyun a 85 salî jî wiha axivî: "Em bi pereyê gûzan çûn hecê. Bi salan e em vî karî dikin. 3 jê kur 9 zarokên me hene. Me hemû bi pereyê gûzan mezin kirin û dan xwendinê."