Abdullah Tel
01 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Mala Mulayîm Canê 95 salî yê ku 152 neviyên wî hene tu carî xalî nabe û vê carê jî Parlementera AK Partiyê ya Bursayê Vîldan Yilmaz Gurel çû serdana wî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Bajêr a Bursayê ya AK Partiyê Gurel di çarçoveya ziyaretan da çû hin malên li navçeya Înegolê ne û ji wan malan yek jî ya Canê 95 salî bû.
Gurelê di çarçoveya xebatên xwe yên halpirsînê da mêrikê kal jî ziyaret kir jê re emrekî bi xêr xwest û ji bo nekeve nav dest û piyan jî jê ra dia kir.
Kalê 95 salî ragihand ew mihacirê Yugoslavyayê ye û ji Gurelê ra got ku beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûye.
Can destnîşan kir ku ew du caran zewicî 12 zarok û 152 jî neviyên wî hene. Kalê 95 salî di berdawiya sohbeta xwe ya bi Gurelê ra da got ku navê piraniya neviyên xwe nizane.