KONYA
Necatî Korkmazê ku 36 sal e bi hunerên destan re eleqedar e 99 navên Xwedê li ser hebên nîska nivîsî û di pirtûka 3 santimî de bi cih kir.
Korkmaz ji sê peykersazên mîkroyê yên ku li seranserê dinyayê bi nav û deng in yek e û bi berhema xwe ya ku bi minesebeta 741emîn salvegera mirina Mewlana amade kir jî gelekî balê dikşîne ser xwe.
Di hemû rûpelên pirtûka Korkmaz de ji hunera qet'î ya ku aîdê heyama Osmaniyan e mînak hene. Rûpelên pirtûkê bi çîçekên sirûştî ve hatin neqiş kirin û hebên nîska yên ku li serê navên Xwedê hene di nav de hatin bicihkirin.
Hunera Korkmaz a ku li ser hebên nîskan bi rojikê ve meriv dikare bibîne û ji bilî Esmaul Husnayê neqşên din jî di pirtûka 3 santimî de hene.
Pirtûka Korkmaz li Navenda Çanda Mewlana bi minasebeta Merasimên Bîranîna Navneteweyî ya 741emîn Salvegera Mirina Mewlana tê pêşandan.
Korkmaz ji bo vê berhema xwe got: "Nivîs bi rojikê tên xwendin, heke wisa nebe meriv nivîsê nabîne û berhemeke pir bi qîmet e."