Welatiyan li Tûnceliyê roviyekî lingê wî şikestî dîtin û birin ser beytar tedawî kirin.
Welatiyan li Gundê Bûrmageçîta girêdayî navendê rovîyekî lingşikestî dîtin û heywanê kovî teslîmî tîmên Şûbeya Tûnceliyê yên Midûriya Herêma 15emîn ya Wezareta Karên Avê û Daristanê kirin.
Rovî bi destê beytar Baran Kan hat tedawîkirin. Kar daxuyaniyek da nûçagihanê AAyê û got ku "Bi texmîna me rovî 3 salî ye. Me dît ku lingê rovî yê pêşî yê çepê şikestiye û me lingê rovî xist nav qalibê. Rovî divê 15 rojan di bin qontrola me de bimîne."
Hasan Boyê ku li Şûbeya Tûnceliyê ya Midûriya Herêma 15emîn ya Wezareta Karên Avê û Daristanê de peywirdar e, diyar kir ku îxbarek ji wan re hat û gotin ku welatiyan li gundê Bûrmageçîtê roviyekî lingşikestî dîtiye û wiha axivî: "Welatî pê hesiyane ku lingê roviyê ku hatiye gund şikestiye û ji bo ku se zirarê nedin rovî, rovî birine baxçeyên xwe. Em jî hatin gund û me rovî anî ser beytar. Baran Beg ya hewce dike, kir. Rovî demekê dê di bin qontrola me de bimîne, piştî ku lingê wî baş bû em ê wî dîsa berdin çolê."