Abdullah Tel
22 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2021
Rêya di navbera Gever û Şemzînanê ya navçeyên Hekariyê da ku di bin aşîtê da mabû bi xebatên ekîbên rêvekirinê piştî saetekê ji çûn û hatinê ra vebû.
Aşît ket ser Derbasoka Harûnayê ya li 29emîn kîlometreya rêya di navbera Gever û Şemzînanê da ye.
Ekîbên Şefa Şaxa 117mîn a girêdayî Midûriyeta Herêma 11mîn a Rêbejan sewqî herêmê hatin kirin û rêya ku ji ber berfa bi aşîtê ketibû piştî xebata saetekê ji çûn û hatinê ra hat vekirin.
Ji hêla din va ekîbên VEDAŞê jî li herêma aşît lê ketibû û ceyran çûbû xebitîn û ceyrana çûbû, berdan.